Îranê ragihand ku ew nêzîkî îmzakirina peymana dawî ye ligel Omanê ji bo diyarkirina rêyên nû yên deryayî di navbera her du welatan de di ser Tengava Hurmizê re. Lê belê, Tehranê tekez kir ku ew ê destûrê nede vekirina vê rêya deryayî ya navdewletî heta ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) şert û daxwazên wan bi cih neyne.
Wezîrê Derve yê Îranê, Ebas Eraqçî, diyar kir ku guftûgoyên bi Omanê re gihîştine "qonaxên dawî". Wî anî ziman ku vekirina tengavê bi şertê qerebûkirina zirarên ku ji ber êrîşên berfireh ên Amerîkayê gihîştine Îranê ve girêdayî ye.
Li aliyê din, Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê daxwazên din ên welatê xwe rêz kirin ku di nav wan de rawestandina gefên Amerîkayê, bidawîkirina êrîşên li ser Îran û hevalbendên wê (li Libnan, Filistîn, Yemen û Iraqê), rakirina dorpêça deryayî ya li Kendavê, betalkirina cezayên aborî û azadkirina samanên hatine cemidandin hene.
Di beramber de, Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku welatê wî bi "Aramî" û tenê bi rêya danûstandinên sînrodar nêzîkî mijara Îranê dibe. Trump destnîşan kir ku ew niha çavdêriya rewşa Îranê dikin, bi taybetî ji ber ku ew rûbirûyî enflyasyoneke mezin bûne û ti çavkaniyên darayî di destê wan de nemane.
Ev alozî di demekê de zêde dibe ku her dawî keştiyeke Îmaratî û keştiyeke din li nêzî avên Omanê û Tengava Hormuzê rastî êrîşên mûşekî hatibûn.