Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan pêleke nû ya êrîşên asmanî li dijî Îranê temam kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, armanca van êrîşan ew e ku kapasîteya êrîşkirinê ya Îranê ya li dijî keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê were kêm kirin.
CENTCOM: Me li Îranê gelek armancên stratejîk kirine hedef
CENTCOM’ê diyar kir ku balafirên şer li Îranê gelek armancên stratejîk kirine hedef.
Di nav van armancan de navendên fermandariya leşkerî, dezgehên hêzên deryayî, platformên avêtina mûşek û dronan û pergalên parastina asmanî hene.
CENTCOM’ê da zanîn ku tevî gefên Îranê jî derbasbûna keştiyên bazirganiyê ya ji Tengava Hurmizê didome.
Ev tengav ji bo veguhastina deryayî ya navneteweyî xwedî girîngiyeke mezin e.
450 milyon bermîl petrol di tengavê re hatine derbaskirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Amerîkayê ji destpêka meha gulanê ve hêsankarî ji bo derbasbûna ewle ya nêzîkî 900 keştiyên bazirganiyê kiriye.
Her wiha 450 milyon bermîl petrola xav jî bi ewlehî di tengavê re hatine dederbaskirin.
Hişyariyeke tund ji bo Tehranê hat dayîn
CENTCOM’ê hişyariyeke tund da Tehranê.
CENTCOMê ragihand ku ji ber "êrîşên bêhincet ên Îranê yên li dijî deryavanên sivîl" hêzên Amerîkayê amade ne ku bersivê bidin.
Îran êrîşî baregehên Amerîkayê kir
Supaya Pasdarên Îranê jî diyar kir ku wan di çarçoveya pêla 24’an a operasyona "Nesr 2" de, li Behreyn û Kuweytê bi mûşek û dronan êrîşî hedefên leşkerî yên Amerîkayê kiriye.
Di daxuyaniya Pasdaran de hat eşkerekirin ku li herêma El-Muherekê ya Behreynê radarek û pergaleke parastina asmanî ya Amerîkayê hatine hedefgirtin.
Di heman demê de li herêma Er-Rîfayê jî pergala parastina asmanî ya Patrîotê bi êrîşên bi mûşek û dronan hatiye tunekirin
Li gorî daxuyaniyê, di berdewamiya operasyonan de li Kuweytê qadeke radarên dûravêj, navenda ragihandinê, pergalên pêwendiya peykan bûne hedef.
Îranê li Behreyn û Kuweytê li baregehên Amerîkayê da
Hêzên Pasdaran ragihand ku di van êrîşan de gelek dron hatine rûxandin an jî zirarên mezin dîtine.
Li hêla din, Artêşa Îranê jî eşkere kir ku wan bi dronên Kamîkaze êrîşî sê baregehên Amerîkayê yên li Kuweytê kiriye.
Di daxuyaniya artêşê de hat angaştkirin ku di çarçoveya qonaxa 19’an a "Operasyona Birûskê" de, êrîşî baregehên Arîfcan, Udeyri û Ehmed Cabirê hatiye kirin.