Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Hevdîtin 5 saetan berdewam kir û tê payîn ku têkildarî hevdîtinê ji aliyê heyetê ve daxuyanî were dayîn.
Şanda Îmraliyê hevdîtina xwe ya dawî bi Abdullah Ocalan re di 24ê Gulanê de pêk anî.
Numan Kurtulmuş serdana partiyên siyasî dike
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş di çarçoveya nîqaşên li ser "qanûna çarçove" de di saet 12.30'an de bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir û saet 14.00'an de jî wê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bike.
Kurtulmuş dê saet 16:00an de bi Kemal Kiliçdaroglu re jî bicive, ku piştî "biryara betalkirina mutleq " wek Serokê CHPê hatiye tayînkirin.
Di civînê de dê pêşniyarên rêveberiya Kiliçdaroglu yên derbarê pêşnûmeyê de werin wergirtin.
Her wiha tê payîn ku Kurtulmuş sibê jî, serdana koma parlementoyê ya AKPê bike.
Bernameya serdana bi Koma Rêya Nû re hîn nehatiye diyarkirin.