Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di mijara gavavêtinê de krîzek derketiye.
Alî hevdu bi gavneavîtinê tawanbar dikin.
Têkildarî rojevê Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş pirsên rojnamevanan bersivandin.
Numan Kurtulmuş pirsa "Gelo bêçekkirin hatiye rawestandin an derengxistin?" wiha bersivand:
"Belê, bê guman derengketinek heye. Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya me û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê wê dişopînin.
Berî her tiştî, divê were dîtin ku pêvajo bi kêmanî di asteke têrker de tê meşandin.
Fikra min ew e ku divê mesele were lezandin. Ji ber vê yekê, sûdmend e ku ew di zûtirîn dem de were qedandin"
Kurtulmuş: Divê rêxistin erkên xwe bi cih bîne
Kurtulmuş di berdewamiya nirxandinên xwe de diyar kir ku rêxistinê erkên xwe bi cih neanîne û got:
"Rêxistinê daxuyaniyek da ku 'Min xwe fesix kiriye' û merasîmeke bêçekkirinê li dar xist.
Lê divê ev were şopandin. Siyasetê berpirsiyariya xwe bi cih aniye.
Divê rêxistin bi tevahî çekên xwe deyne û pêvajoya tasfiyeyê bêtir xuya bibe.
Niha divê rêxistin erkên xwe bi cih bîne. Li vir derengketinek, pirsgirêkek heye.
Hêvî ew e ku ew soza xwe di zûtirîn dem de bi cih bînin."

Omer Çelîk: Divê rêxistin hemû çekên xwe deyne
Di derbarê heman mijarê de Berdevkê AKP`ê Omer Çelik jî axivî.
Omer Çelik, diyar kir ku rêxistin mekanîzmaya dewletê ya ku dê bêçekkirina piştrast bike red dike û ev peyam da:
"Ji ber vê jî îhtîmala ku ev pêvajo bixebite tune ye. Divê ev rêxistin xwe bi tevahî ji holê rake.
Him avahiyên wî yên qanûnî û hem jî yên neqanûnî li Ewropayê hene. Divê hemû çekên xwe deynin.
Di derbarê vê yekê de "mekanîzmayeke piştrastkirinê heye.
Ev yek di komîsyona parlementoyê de jî hate gotin.
Em bi berdewamî erk didin hikûmetê, bi berdewamî hewl didin ku erk bidin dewletê.
Bi berdewamî talîmatên kesane didin wezîr û cîgirên serokên me."