Lezgin

Bangkirina Edaletê: Li Tirkiyê serweriya hiquqê hatiye sekinandin

reset font size increase font size

Nozdeh kesan, ku di nav wan de serokê berê yê Dadgeha Destûrî Haşim Kiliç, wezîrên berê yên AKP ê, parlamenter, akademîsyen û parêzer jî hene, daxuyaniyek bi sernavê ‘Bangkirina Edaletê’ weşandin. Di daxuyaniyê de, hate gotin ku li Tirkiyeyê serweriya hiqûqê hatiye rawestandin

Piştî  guhertina destûrî ya 2017’an re, desthilata AKP, û  tu mafe  mirovi li Turkîye nemayê û erkdar kirinên memuran de pîvana liyaqatê ji holê rabûye. Bingeha demokrasiyê veguheriye yekîtîyek hêzan. Tevî bendên zelal ên Destûrê, biryarên Dadgeha Destûrî (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pir caran nayên bicîhanîn. Tercîhên siyasî û keyfî di qanûnan de serdest bûye.

Girtinên keyfî di civakê de bêbaweri çêdike

Li Tirkiyê tenê ne ji sala 2017’an de mafe hiqûq û edalete ji holê hatîye rakirin. Bê edaletî û bê qanûnî  ji salên 90’î heya niha piskirîka herî serekeyê ya Tirkiyê ye. Li ser asta Cîhanê jî bê qanûni û tine kirina mafê mirovan de Tirkiye li pêş e.

Kesên ku di kampanyayê de xwedî îmze ne:

Serokê berê yê Dadgeha Destûrî Haşim Kiliç,

Wezîrê berê yê Perwerdehiya Neteweyî Huseyin Çelik,

Wezîrê berê yê Çand û Tûrîzmê Ertugrul Gunay,

Wezîrê berê yê Pêşveçûnê Muslim Dogan,

Wezîrê berê yê Kar û Ewlehiya Civakî Hakan Tartan,

Wezîrê berê yê Tûrîzmê Bahattin Yucel,

Cîgirê berê yê Serokwezîr Ertugrul Yalçinbayir,

Parlementerên berê Abdullah Erdogmuş, Beyhan Aslan, Haluk Ozdalga, Sirri Ozbek, Nesrîn Nas, Suat Kiniklioglu,

Parêzer Alî Riza Çoban,

Civaknas Dogu Erbîl,

Aborînas Erdal Turkkan,

Nivîskar Mehmet Altan û Helin Çuklioglu

Munzur Derik

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24