Lezgin

Osman: Bila gelê me jî xwe berpirsiyar bibîne

reset font size increase font size

Şaredariya gel a bajarê Hesekê ji bo xizmetguzarî û binesaziya bajar bi pêş bikeve kar û xebatên xwe di demên pêş de dê bêtir bi pêş bixe û li gorî komîteyan kar dabeş dike.

Bajarê Hesekê yek ji mezintirîn bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Şaredariya bajar ji bo xizmetguzarî gelek kar dide meşandin û gelek projeyên wan ji bo demên pêş jî hene. Her wiha bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin.

“Erkê me parastina tenduristiya şêniyan e ”

Endamê Komîteya Tenduristiyê yê Şaredariya bajarê Hesekê  Dr. Ebdullah Elcelûd ji kanala me re axivî û da zanîn ku beşa tenduristî yek ji beşên herî girîn di şaredariyê de ye. Elcelûd bilêv kir ku Komîteya Tenduristî ji hevserok û komek ji endamên pispor pêk tê û wiha got: “Karê me yê sereke şopandina kargehên çêkirina xwarinê, dikanên şêranî, kesên ku goşt difroşin û xwaringehan e. Erkê me parastina tenduristiya şêniyan e. ”

Dr. Ebdullah Elcelûd piştrast kir ku gelek kes hene gel dixapînin û xwarinên ku dema wan qediya ye difroşin û wiha domand: “Planên me yên rojane bi vî rengine; rojane derdiketina gerên bi rêkûpêk û hemû dikanên li bajar û gundewarên wê şopandin. Tespitkiran xwarinên ku dîroka çêkirina wan qediya be yan jî goştê pezên nexweş heye an na. Heger dikanên ne li gorî pîvanên tenduristiyê kar dikin hebin, em cara destpêkê hişyariyê didin xwediyê dikanan, lê heke ev tişt dûbare bibe li gorî bûyerê em ceza didin wan. Bi vî şiklî em hewl didin rê li pêşiya vê yekê bigrin. Lê heger xwediyê dikanan gelek caran van kêmasiyan dubare bikin em dikanê bi awayekî giştî digirin. ”

Elcelûd destnîşan kir ku erka Komîteya Tenduristiyê ye ku zeviyan bişopînin jî heye û bi awayekî rêkûpêk ev komîte derdikeve şopandinê û wiha bidawî kir: “ Dema em derdikevin şopandinê heger em tespit bikin ku zevî bi ava nepaqij tê avadan em ceza didin xwediyê wî zeviyî û zevî bi giştî cot dikin da ku berhemên wî nekeve bazarê û civak pê nexweş nekeve. ”

Em ê di demek nêz de îhale eşkere bikin”

Hevserokê Beşa Teknîkî ya Şaredariya Hesekê Fadil Ehmed anî ziman ku wan dest bi karê projeyên xwe kirine û wiha axivî: “Me di sala 2025'an de dest bi projeya pîne kirina asfalt ya li kolanan kir, girîngî da her çar riyên ketina bajar. Her wiha di nava bajar de gelek projeyên ronîkirinê pêkanîn. 

Fadil Ehmed bal kişand ser kar û xebatên binesaziya bajêr û bi van gotinan bi dawî kir: “Me du proje pêk anîn yek ji wan projeya sûdgirtina ji ava baranê û ya din jî guhertina tora avên qirêjiyê ye. Her wiha em ê di demek nêz de îhalêya (munaqeseyekê) derbarê kevirên şikestî yên ji bo çêkirina rêyan, eşkere bikin.

Şaredarî hewl dide bi gel re bajar xweş bike

Endamê Komîteya Paqijiyê ya şaredariya gel a Hesekê Saad Şêx Osman diyar kir ku bajarê Hesekê taxên wê pirin û mezin e. Ji bo paqijiya wê gelek kar pêwîst dike û got: “Di danê sibehan heyanî nîvro 3 wardiya derdikevin ji bo paqijiyê û piştî nîvro jî wardiya tên guhertin. Kar heyanî derengî şevê didome.”

Saad Şêx Osman dest nîşan kir ku ew di karê paqijiyê de bi gelek pisgirêkan re rû bi rû dimînin û wiha bilêv kir : “Pisgirêka yekem ku em pê re rû bi rû dimînin amûrên ku karker pê karê paqijiyê dikin e. Ji ber ku ev amûr pir tê bikaranîn gelek caran xera dibin û heya ku bê çêkirin bi rojan qirêjî kom dibe û ev jî dibe sedema bajar pir qirêj bibe. Pisgirêka duyemîn jî girêdayî şêniyên li bajar e, ji ber ku çopa xwe di demên ku hatiye diyarkirin de dernaxin. Piştî ku karker karên xwe diqedînin gel çopên xwe derdixin kolanan. Ev jî dibe sedem ku çop her li kolanan bimîne.” 

Osman di dawiya axaftinên xwe de bang li şêniyên bajar û rêveberiya sanayiyê kir: “Em bang li şêniyan dikin ku di aliyê paqijiyê de baldar bin, çopên xwe neavêjin orta kolanan û xwe berpirsiyarê paqijkirina bajêr bibînin. Her wiha em ji rêveberiya sanayiye hêvî dikin ku amûrên paqijî pê tê kirin dema xiradibin bilez çêkin da ku vegerin ser karê xwe.”

Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê yek ji saziya sereke ya parêzgehê ye, ku di başkirina kalîteya jiyana şêniyan de roleke sereke dilîze. Berpirsiyarên şaredariyê di nav beşên cur be cur de ne, wek paqijiya giştî, rêkûpêkirina bazarê, temamkirina tora avên qirêj û dezgehên giştî û çavdêriya avahiyan dike.

Ilham Elî-Gulçîn Ehmê

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24