Lezgin

Li Lîmayê Mumyayek hezar salî hat dîtin

reset font size increase font size

Kolyarnas (arkeolog) li paytexta Peruyê Lîmayê, Mumyayekî 1000 salî ya ku aîdî keseke por dirêje dîtin.

Di qada kolanê ya Huaca Pucllana ya taxa Miraflores ya Lîmayê de mumyayekî ku pora wê dirêj û kehweyî ye hate dîtin. Li gel mumyayê dû cerên ferfûr(seramîk) û perçeyên kumaşan hate dîtin.

Kolyarnasê ku kolanan bi rêvedibe Mirella Ganoza da diyar kirin ku Mumya bi şewazekî ku çimê wî hatiye qulubandin û rûniştiye hatiye dîtin. Mumyaya kevn bi porên xwe yên dirêj û çena xwe ve bi şiklekî baş hatiye parastin.

Tê texmînkirin ku mumyaya hatiye dîtin aîdî çanda Yschsma ya PZ. 1.000 li başûrê Lîmayê jiyan dikir e. Ganoza da diyarkirin ku: “Ev keşif, ji bo temam kirina agahiyên me yên di derbarê çanda Yschsma ye de alîkar dibe.”

Herêma Huaca Pucllana wek Kutiya Pandora tê dîtin û kolyarnas texmîn dikin ku dê gelek berhemên din jî li vir peyda bibe.

Demhat Îsmaîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24