Di demekê de ku teknolojî pêş dikeve û ekran qerebalix in, pirtûk pencereyeke bêdeng dimînin ku deriyên fireh ên zanîn û hizirandinê ji hişê mirov re vedike.
Weke mînaka vê ya berbiçav jî pêşangaha Ş. Herekole ku her sal li bajarê Qamişlo tê vekirin.
Armanca vekirina pêşengehê ew e ku çandeke xwendinê di nav mirovan de çêbike, ji ber vê yekê pirtûkan bi zimanên cûda peyda dike.
Ev kar ji aliyê Çand û Hunerê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye ve û bi hevkariya rêveberiyên herêma Kantonê tê lidarxistin.
Di pêşangehê 140 hezar pirtûk hatine pêşandan
Îro cara 9'emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê dest pê kir
Di merasîma vekirinê de gelek rewşenbîr, siyasetmedar û hunermend, dayikên şehîdan û gel amade bûn.
Di pêşangehê de nêzî 140 hezar pirtûk ên bi zimanên kurdî, erebî, suryanî, tirkî, ermenî, îngilîzî hatine pêşandan.
Di despêkê de hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye yê Serfiraz Şerîf axivî û diyar kir ku di wextekî de ku daholên şer lê didin, hinek xwendin û nivîsandinê wek rêya aştî û azadiyê hildibijêrin.
Serferazê anî ziman ku navê şehîd Herekol di qada çandê de bûye ronahiyek û nîşaneke ku çiqas astengî hebin jî îrade naşikê.
Hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Îlyas Seydo jî axivî û destnîşan kir ku pêşangeh qadeke ku balê dikişîne ser dîrokê û bilindkirina gotina azad û pêşxistina zanista civakî.
Pêşangeh ji saet 10.00’an heya 21.00’an vekirî ye
Pêşengeh wê hefteyekê bidome.
Deriyê pêşangehê ji saet 10.00’an heya 21.00’an vekirî ye.
Saet 17.00’an de semîner, di Saet 18.00’an de rûniştinên îmzekirina pirtûkan, û Saet 19.00’an de jî wê şevbuhêrkên muzîkê werin lidarxistin.
Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo hêsankirina çûn û hatina pêşangehê erebe diyar kirin û bê pere beşdaran vediguhêze.
Pêşangeh dê 26’ê Cotmehê bi xelatkirina beşdaran bi dawî bibe.