Nû: Rêveberiya Tirk ya Bakurê Qibrisê roja yekşemê ji bo hilbijartina serokekî nû çû ser sindoqan. Li gorî encamên nefermî, serokê Partiya Komarî ya Tirk (CTP) ya muxalefeta serekeTufan Erhürman, di hilbijartinê de bi ser ket.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Qibrisa Bakur ragihand ku beşdarbûna hilbijêran ji sedî 64,87 bûye.
Tufan Erhurman ji sedî 62,76'ê dengan, Serokkomarê heyî Ersin Tatar jî ji sedî 35,81'ê dengan wergirtin.
Erhürman, ku di daxuyaniya xwe ya yekem de got: "Di vê hilbijartinê de kesên windakirî tune ne; em wekî gelê Tirk ê Qibrisê bi hev re bi ser ketin."
Erhurman dest nîşan kir ku "propagandeyek reş a mezin tê kirin" lê rayedarên Tirk wî pir baş nas dikin û wiha got, "Diyar kirina siyasetek derve ya Qibrisê bêyî şêwirîna bi Tirkiyeyê re berê qet nebûye pirsgirêk û di dema wezîfeya min de jî wê nebe pirsgirêk."
Ji Erdogan pîrozbahî, ji Ozel piştgirî û ji Bahçelî bertek
Piştî encamên hilbijartinê eşkere bûn ji bo hilbijartina Erhurman ji Tirkiyeyê jî peyamên pîrozbahiyê hatin weşandin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniya xwe de got, "Ez pîrozbahiyê li Birêz Tufan Erhurman dikim ku li gorî encamên nefermî wek Serokomar hat hilbijartin."
Serokê CHPê Ozgur Ozel jî Erhurman pîroz kir û got: "Gelê Tirkê Qibrisê bersiv dan zîhniyeta ku ji bo berjewendiyên xwe destwerdanê li demokrasiya KKTC'ê û îradeya neteweyî dike."
Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî îdîa kir ku hilbijartinên li Qibrisê bi "Beşdariyek pir kêm" hatiye kirin û bang li parlementoya komara Qibrisê kir û got:
"Divê parlementoya Komara Qibrisê ya Bakur bi lezgînî bicive, îlan bike ku encamên hilbijartinê û vegera federasyonê nayên qebûlkirin û biryar bide ku bi Komara Tirkiyeyê ve girêdayî ye."
Wezîrê Karên Derve ya Yunanîstanê Giorgos Gerapetritis jî di daxuyaniya xwe de hilbijartina Erhurman bi kêfxweşî pêşvazîkir û got: “Ji bo hewildanên ji nuv de yek kirina Qibrisê, ev hilbijartin rûpelekî nû ya tije hêvî u bêndawariyê ye."
Encamên hilbijartinê wek binketina Tatar û Erdoxan hat dîtîn
Ji namzedên hilbijartinê Ersîn Tatar bi aligiriya xwe ya du dewlet li Qibrisê dihat nasîn. Erhurman ji bo çareseriya pirsgirêkên Qibrisê modela federasyonê pêşniyar dikir.
Gelek siyasetmedarên Tirkiyê di dema hilbijartinê de piştgiriya xwe ji bo Ersîn Tatar nîşan dan.
Di pêvajoya hilbijartinan de Wezîrên berê yên Tirkiyê Suleyman Soylu, Hulîsî Akar, Serokê BBP'ê Mustafa Destîcî, Serokê Partiya Serkeftinê Umît Ozdag û lîstîkvanê kevin ya fitbolê Mesut Ozîl ji bo piştgiriya Tatar çûn Qibrisê.
Ersin Tatar û Tufan Erhurman di meseleyên Qibrisê, têkiliyên bi Tirkiyeyê re û siyaseta derve de du mezhebên cuda temsîl dikirin.
Ji aliyê gelek rojnameyan ve encamên hilbijartinê wek binketina Tatar û Erdoxan hat dîtîn.