Li gorî amadekarên xwepêşandanê ragihandine , 7 milyon li 2 hezar 700 bajar û bajarokan ji çar aliyên welêt beşdarî xwepêşandanan bûn.
100 hezar li New York beşdarî xwepêşandanan bûn
Li gorî polîsan, li New Yorkê, nêzîkî 100 hezar kes beşdarî xwepêşandanên cur bi cur bûn ku li her pênc navçeyan belav bûn, ku di xwepêşandanan de ti girtin çênebûne.
Xwepêşandanan deverên berfireh girtin, di nav de Times Square, ku tijî xwepêşander bû, di nav wan de kal, zarok û malbatên wan hebûn.
Her wiha bi heman rengî li Washington, Atlanta, Chicago, Los Angeles û bajarên din jî pêk hatin.
Xwepêşandêran pankart û sloganên wekî "Kes li jor qanûnê nîne" û "Demokrasî, ne dîktatorî" hilgirtin.
Niştecihên bajarokên, Bethesda li herêma Washington û kantona Sarasota ya Florida, jî beşdarî meşên aştiyane bûn.
CNN ragihand ku li Sawth Karolîna Başûr, jinek piştî ku çek nîşanî xwepêşanderan da, hate binçavkirin.
Xwepêşandan li jêr slogana "No Kings" tên lidarxistin
Hin Rêxistinên ku tevlî xwepêşandanan bûne, destnîşan kirin ku armanca wan derbirîna fikarên xwe yên ji bo demokrasiya Amerîka, hilbijartin, polîtîkayên koçberiyê û parastina jîngehê ne, di heman demê de Trump û Partiya wî ya Komarî van tohmetan red dikin.
Her wiha hinek beşdaran diyar kirin ku ev xwepêşandan, dikarin aloziyên siyasî gur bikin, nemaze piştî bûyerên siyasî yên dawî li welêt.
Di heman demê de, hinekan tekez kirin ku, xwepêşandan di çarçoveya bikaranîna demokrasiyê de ye.
Ji aliyê xwe ve jî, serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê "Truth Social" vedioyek li ser mejiyê çêker, belav kir, tê de diyar dibe ku Trump bi xwe balafirê di`ajo û axê davêje ser xwepêşanderan.
Di heman demê de, cîgirê serokê Amerîka, J.D. Vance, vîdyoyek kurt li ser Blue Sky belav kir ku tê de Trump tac li xwe kiriye û şûrek di destê wî de ye.