Çavkaniyên darayî yên saziyê ji 5,2 mîlyar dolarên 2024'an daketine 3,9 mîlyar dolarên sala 2025'an, û heta Tîrmeha 2026'an tenê ji sedî 32'yê pêdiviyan hatiye peydakirin. Ev krîza aborî bandoreke rasterast û giran li seranserê cîhanê dike.
Li Çadê tomarkirina koçberan dereng dikeve û bi hezaran jin û zarok ji qadên ewle bêpar dimînin, her wiha li Sûdanê jî gihîştina qurbaniyên tundiya zayendî di bin xetereyeke mezin de ye. Li aliyê din, li Îraqê 350 hezar kes rûbirûyê windakirina derfetên aborî ne û li Sûriyeyê jî bi hezaran koçber nikarin alîkariya diravî wergirin. Krîz herî zêde li Efganistanê diyar dibe, ku li wir piştgiriya entegrasyona malbatan ji 5 hezar û 300 malbatên sala 2024'an, di destpêka sala 2026'an de tenê daketiye 175 malbatan. Ji ber van sedeman, Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgiriya lezgîn banga alîkariyê li bexşîner û hevkarên navneteweyî dike.