Senator Lindsey Graham ev gotina xwe li ser hesabê xwe yê X`ê belav kir.
Lindsey Graham diyar dike ku her çend Amerîka hewl dide alîkariya vê hikûmeta nû bike jî, lê dîsa jî divê vê yekê bi baldarîyeke mezin bikin.
Graham dide zanîn ku gelek delîl hene ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta veguhêz ji ya ku têne xuyakirin radîkaltir in.
Her wiha Senatorê Amerîkî diyar kir ku ji mafê Îsraîlê ye daxwaza herêmek bêçek li Sûriyê bike û got:
"Îsraîl li herêma bêçek dixwaze ewlehiya xwe biparêze û di heman demê de parastina Durzîyan jî dike."
Ev gotinên Lindsey Graham piştî dirûşmenyên piştgiriya Xeze ji aliyê leşkerên artêşa Sûriyê de, derketin.