Rûsya û Amerîka li ser hevdîtina Moskovayê erênî diaxivin

Dîplomasîya ji bo bidawîkirina şerê Ûkraynayê bi bayê bezê berdewma dike Cara pêşî Rûsya û Amerîka bi hev re qala pêşketina hevdîtinekê kirin Hevdîtina mijara gotinê ya li Moskovayê bû ku di navbera Pûtîn û Witkoff de pêk hat

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Paytexta Rûsya Moskova duh ji hevdîtineke di asta bilind de malovanî kir.

Vladîmîr Pûtîn bi nûnerê taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff re hevdîtin kir.

Di civînê de zavayê Trump Jared Jared Kuschner jî amade bû.

Piştî hevdîtinê her du welat bi zimanekî erênî axivîn û qala pêşketinê kirin.

Dîtinên Moskovayê yên derbarê hevdîtinê de ji alîyê Yuri Uskakovê ve hat ragihandin.

Ushakovê ku dîplomatê payebilind û Rûsyayê ye, hevdîtin bi peyvên "pir kêrhatî û erênî bû" pênase kir. 

Tevî van gotinên hêvîdêr jî hîn li ser nuqteyên giring li hev nehatîye kirin.

Yek ji van, parvekirina rojhilata Ûkraynayê di navbera Kîev û Moskovayê de ye.

Hîn ne dîyar e ka wê çiqas erdên herêmê ji kontrola Rûsyayê re bên hiştin.

Rûsya radigihîne ew amade ye pêşnîyazên Amerîkayê yên di vê meseleyê de muzakere bike.

Li aliyekî din, Washington hewl dide fikarên Ûkraynayê yên ji bo muzakereyên bi Rûsyayê re kêm bike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marc Rubio duh li ser vê mijarê di kanala Fox Newsê de axivî.

Rubio got, ewlekarîya dem dirêj a Ûkraynayê parçeyeke peymana bi Rûsyayê re ye.

Şefê dîplomasîya Amerîkî got, peyman wê "ne tenê derfeta ji nû ve avakirina aborîyê bide lê di heman demê de bibe sebeba halxweşîya Ûkraynayê jî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye