Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja çarşemê, li ser tora civakî "Truth Social" peyamek weşand.
Tê de, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer hişyar kir ku veguhestin an kirêkirina demdirêj a girava stratejîk a Diego Garcia şaşiyeke mezin e.
Her wiha, tekez kir ku divê Brîtanya kontrola giravê winda neke.
Donald Trump, da zanîn ku dibe ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê neçar bimînin ku giravê ji bo kontrolkirina Komara Îslamî bi kar bînin.
Berpirsên payebilind ên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê, ji Donald Trump re gotine ku artêş amade ye ku heta roja şemiyê ya bê êrîşî Îranê bike, lê îhtîmalek heye ku dema çalakiyê çend rojan were paşxistin.
Karbidestên ku navê wan nehatiye eşkerekirin, ji BBC`yê û CBS`ê re axivîn, tekez kirin ku Trump hîn biryareke dawî nedaye.
Li gorî çavkaniyan, şêwir berdewam dikin û Qesra Spî xetera zêdebûna rageşiyê û her wiha encamên siyasî û leşkerî yên "neêrîşkirinê" dinirxîne.
CNN, bi dubarekirina hûrgiliyên rapora CBC, nivîsand ku Birêz Trump van rojan gelek dem derbas dike ku bi şêwirmendiya rayedarên rêveberiya xwe û hevalbendên Amerîkî vebijarka çêtirîn binirxîne.
Reuters: Îran pêşinyareke nivîskî li ser çareseriya nakokiyan amade dike
Li aliyê din, karbidestekî payebilind ê Amerîkî ji Reuters re got ku tê payîn ku Îran di rojên pêş de, pêşniyarek nivîskî li ser çawaniya çareserkirina nakokiya di navbera herdu welatan de pêşkêş bike.
Ev jî, piştî danûstandinên Amerîka û Îranê yên li Cenevreyê.
Karbidest her wiha got ku şêwirmendên payebilind ên ewlehiya neteweyî li odeya operasyonên Qesra Spî civiyan da ku li ser mijara Îranê nîqaş bikin.
Karbidest, diyar kir ku Wezîrê Derve Marco Rubio, dê di 28'ê Sibatê de li Îsraîlê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive.