Li eyaleta Nîjerê ya Nîjeryayê li dijî bazara Kasuwan-Dajiyê, êrîşeke çekdarî hat kirin.
Di encama vê êrîşê de, zêdetirî 30 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Her wiha gelek kes jî hatin revandin.
Endamên çeteya çekdar kel û pelên xwarinê yên li bazarê jî talan kirin.
Polîsan hewl dan ku kesên hatine revandin, rizgar bikin.
Şahidan gotin ku çekdar bi motorsîkletan hatine û bêserûber gule berdane.
Li gorî çavkaniyên herêmê eşkere kirin ku 37 kes ji ber vê êrîşê hatine kuştin.
Êrîş çend hefte piştî revandina zêdetirî 300 xwendekar û karmendan ji dibistanek Katolîk li eyaleta navendî ya Nîjeryayê pêk hat.
Hemû kesên ku hatibûn revandin piştî nêzîkî mehekê hatibûn berdan.