Hevserokên Giştî yên Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan têkildarî xwepeşandanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û êrîşên rejîma Îranê li dijî gel li ser hesabên xwe yên X`ê daxuyanî dan û post parve kirin.
Tulay Hatimogullari bang li Hikûmeta Îranê kir
Tulay Hatîmogullari di daxuyaniyê de, êrîşên li ser bajarên kurdan tên kirin, şermezar kir û bang li hikûmeta Îranê kir.
"Em êrîşên ku li seranserê Îranê, bi taybetî li bajarên Kurdan bûne sedema windakirina jiyana mirovan, şermezar dikin.
Weke DEM Partî, em bang li hikûmeta Îranê dikin ku dev ji israra xwe ya desthilatê ku zext û tundûtûjiyê dike berde, guh bide daxwazên gel ên ji bo aramî, wekhevî û edaletê û tavilê rêyên demokratîk ji bo çareseriyê veke.
Em li kêleka têkoşîna bi rûmet û rewa ya gelê Îranê ne.”
Hevserokê din Tuncer Bakırhan, rejîma Îranê bi tundî rexne kir û got: " Em qebûl nakin."
“Rejîma Îranê krîzê bi bersivdayîna tund a daxwazên demokratîk çareser nake; ev wê kûrtir dike.
Em heşmendiya ku bi taybetî li bajarên Kurdan veguherandiye herêmên şer, qebûl nakin.
Divê demildest kuştina çalakgeran, êşkence û êrîş rawestin.
Em bang li rejîmê dikin ku guh bide dengê bi mîlyonan kesan; gavên demokratîk biavêje ku dê jiyana hevpar a gelan xurt bike û rêyên çareseriya aştiyane veke.