Îsraîl û Sûriye li Parîsê dicivin

Malpera Amerîka ya Axiosê ragihand ku îro berpisên payebilind ên Sûriyê û Îsraîlê li Parîsê dicivin da ku dest bi dan û stadinên ewlehiyê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nûçeya malperê ku agahiyên xwe dispêre berpirsekî Îsraîlî û çavkaniyeke din, armanca sereke ya civînê destpêkirina dan û standinan e li ser peymaneke ewlehiyê.

Hat eşkere kirin ku ev hevdîtin bi navbeynkarî û zexta Amerîkayê pêk tê.

Armanca civînê ew e ku sînorê di navbera Sûriye û Îsraîlê de were aramkirin û dibe ku ev hevdîtin bibe gava yekem a ber bi asayîkirina pêwendiyên her du aliyan.

Li gorî nûçeyên di medyaya Îsraîlê de, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî dê serokatiya şandeya Sûriyê bike. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî dê serokatiya şandeya Sûriyê bike.

Li aliyê din, Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Yechiel Leiter dê serokatiya şandeya Îsraîlê bike.

Her wiha Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyê Thomas Barrack jî dê di civînê de amade be û rola navbeynkariyê bibîne.

Ti daxuyaniyê fermî nîne

Tevî belavbûna van zanyariyan, heta niha hikûmetên Sûriye û Îsraîlê bi awayekî fermî ti daxuyanî derbarê vê civînê de nedaye û ev hevdîtin piştrast nekiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye