Televîzyona Îranê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Îranê Ebas Eraqçî, ji paytexta Umanê ber bi Pakistanê ve çû.
Piştre, Çavkaniyên Pakistanî ji Kanala El Cezîreyê re ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê gihîşt baregeha leşkerî ya Nûr Xan a li nêzîkî Îslamabadê.
Ebas Eraqçî, berê li Mesqetê bi Sultanê Umanê Heysem bin Tariq re civiyabû û hevdîtin pêk anîbû.
Eraqçî, berî ku bigihêje Mesqetê, roja înê bi şev ji bo dan û standinan çûbû Îslamabadê.
Li Îslamabadê Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr re civiya.
Eraqçî bi rêya telefonê bi hevtayên xwe yên Qeterî û Siûdî re axivî
Wezareta Karên Derve ya Îranê, ragihand ku Ebas Eraqçî bi Serokwezîrê Qeter û Wezîrê Karên Derve Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim Al Sanî û Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan re, bi rêya telefonê axivî.
Li gorî Wezaretê, Eraqçî di axaftina xwe de, hevtayên xwe yên Siûdî û Qeterî li ser hewl û tevgerên dîplomatîk ên dawî yên Dewleta Îranê ji bo bidawîkirina şer û kêmkirina rageşiyê, agahdar kir.
Di şerê dawiyê de, Îranê bi berdewamî êrîşî baregeh û saziyên Qeter û Erebistana Siûdî kiriye.
Her wiha êrîşî baregehên Amerîkî yên li wan her du welatan jî kiriye.