Ew êriş duh, li bajarokê Enazê yê herêma Wadî El Nesara yê rojavayê Humsê pêk hat.
Partiya Yekitiya Suryan daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev bûyer nirxên mirovî û welatparêziyê bin pê dike û hevgirtina pirrengiya civaka Sûriyeyê armanc dike.
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku Hikûmeta Veguhêz sivîlan naparêze û şêniyên wekî yên Wadî El Nesara bi xetereyan re tenê dihêle.
Partiya Yekitiya Suryan xuya kir ku Hikûmeta Veguhêz li hember van buyeran bê deng dimîne, lewma ew alîkarê rasterast a qetilkirinê ye.
Di heman demê de, Partiyê banga eşkerekirina qatilên her du ciwanan kir û da zanîn ku divê ew qatil hesab bidin.