Li gorî çavkaniyên xwecihî, li parêzgeha Dera ya li başûrê Sûriyeyê bi sedema şer û nakokiyên civakî, di nav hefteyekê de 9 kes hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku li bajarê Xariya Xerbiye yê rojhilatê Derayê keçek ji aliyê birayê xwe yê 14 salî ve hat kuştin.
Li gundê Koya yê rojavayê Derayê, zarokek bi guleyekê hat kuştin.
Ciwanek li taxa El Qisûr a Derayê û li bajarokê Xebaxib jî kesekî din ji aliyê komeke çekdarên nenas ve hatin kuştin.
Di çarçoveya şer û nakokiyên civakî de, 5 kes li her du bajarokên Tefes û Etman hatin kuştin.
Li navenda bajarê Derayê, li taxa El Yadûda, bombeyek teqiya 3 kes birîndar bûn û li taxa Seharî jî kesekî din birîndar bibû.