Îranê, ragihand ku wan li Dubaiyê, cihê kombûnê yê leşkerên DYA’yî hedef girtine û 40 leşker hatine kuştin.
Êrîşên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 4’an de berdewam in.
Îran û Hîzbullahê bi awayekî hemwext êrîşên dijber dan destpêkirin.
Muhafizên Şoreşê yên Îranê eşkere kirin ku wan baregeha DYA’yê ya li Dubaiyê bi balafireke bêmirov hedef girtin û îdia kir ku di êrîşê de herî kêm 40 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.
Rayedarên îranî, diyar kirin ku wan li dijî êrîşên DYA û Îsraîlê bersiv dane.
Li gorî îdiayan, li cihê ku hedef hatiye girtin zêdetirî 160 leşkerên DYA’yê diman û ji van herî kêm 40 jê hatine kuştin û 70 jî birîndar bûne.