Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, nameyeke fermî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û endamên Konseya Ewlekariyê re şand.
Ebas Eraqçî, di nameya xwe de, wiha anî ziman:
"Armanckirina bi zanebûn a berpirsê herî bilind ê Komara Îslamî ya Îranê binpêkirineke giran a normên herî bingehîn e.
Ev tevger, ne tenê qanûna navneteweyî bin pê dike, lê bi bêwijdanî 'Qutiya Pandorayê' ya xeternak vedike."
Eraqçî kuştina Xamineyî wekî "kiryareke terorîzmê ji hêla Amerîka û Îsraîlê ve" bi nav kir.
Ev name, piştî kuştina Xamineyî ji aliyê hêzên Amerîkî û Îsraîlî ve tê.
Her wiha di encama êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, bi dehan fermandarên leşkerî hatine kuştin.
Ji aliyê xwe ve,Tehran gefê dixwe ku li dijî berjewendiyên Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê li herêmê tolhildanê bike.
"Qutiya Pandorayê" tê çi wateyê ?
Qutiya Pandorayê, mîtolojiyeke Yûnanî ye, dîroka wê vedigere berî zayînê bi 700 salî.
Qutiya Pandorayê, çîrokeke ku nîşan dide ka çawa xerabî û nexweşî li cîhanê belav bûne.
Li gorî mîtolojiyê, Pandora jina yekem e ku ji aliyê xwedayan (bi taybetî Zeus) ve hatiye afirandin û weke xelat dide mirovahiyê.
Zeus, qutiyê dide Pandorayê û jê re dibêje:
"Ti carî vê qutiyê veneke."
"Xerabiyên cîhanê di Qutiya Pandorayê de hatine komkirin"
Lê Pandorayê, ji ber meraqa xwe ya zêde, nekarî xwe ragire û qutiyê vedike.
Gava ku qutiyê vedike, hemû xerabiyên cîhanê ên weke: nexweşî, şer, birçîbûn û êş ji hundir derdikevin û li ser rûyê erdê belav dibin.
Pandorayê, zû qutiyê digire, lê tenê tiştek di hundirê wê de dimîne, ew jî hêvî ye.
Ev nîşan dide ku her çend xerabî hebin jî, her dem hêvî ji bo mirovahiyê heye.
Îro, dema ku Eraqçî dibêje "Qutiya Pandorayê vebû", tê wê wateyê ku pirsgirêkeke nû û mezin derketiye ku êdî nayê kontrolkirin.
Beriya vê bi demekê serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelensky jî, Qutiya Pandorayê anîbû ziman.