Artêşa Îsraîlê: Fermandarekî Hizbulahê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê yekîneya mûşekên dijî tankan ê Hizbulahê Îbrahîm Mihemed Xezalî, hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee, bi rêya postekê li ser platforma X'ê got ku di êrîşa artêşa wan ya li dijî avahiyeke leşkerî ya Hizbulahê de, berpirsê tîma çekan ê beşa taybet di yekîneya Bedir a girêdayî Hizbulahê de, Îbrahîm Mihemed Xezalî hat kuştin.

Avichai Adraee da zanîn ku, Îbrahîm birayê Eymen Mihemed Xezalî ye, ku pêncşema borî êrîşek li dijî dêra cihûyan a li DYA'yê pêk aniye, ye.

Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandibû ku Eymen Xezalî yê 41 salî, bi erebeyeke bombebarkirî, êrîşî dêreke Îsraîlê ya li West Bloomfield, nêzîkî Detroitê kir û piştire şewitî. 

FBI'yê ew wekî "kiryareke tundûtûjiya armanckirî li dijî civaka Cihûyan" bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye