Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Hejmara qurbaniyan bû 3300

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (HRANA) eşkere kir ku ji destpêka êrîşên Amerîka-Îsraîl li dijî Îranê, 3 hezar û 300 kuştî hatine tomarkirin. Serokê Komeleya Heyva Sor a Îranê jî diyar kir ku, ji 28'ê sebatê ve û heta niha nêzîkî 3 hezar jin bi giranî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (HRANA) bîlançoya giştî ya qurbaniyên şer eşkere kir.

 

Li gorî HRANA`yê ji 28'ê sibatê ve û heta niha, hejmara kuştiyên ji ber êrîşên Amerîka- Îsraîl gihîştiye 3 hezar û 300 kuştiyan.

 

HRANA`yê da zanîn ku di nav van kuştiyan de, hezar û 464 sivîl in, ji wan 217 zarok in û 167 leşker in û kuştiyên nediyar (sivîl/leşkerî) 669 kuştî ne.

 

Heyva Sor a Îranê: Di van êrîşan de nêzîkî 3 hezar jin bi giranî birîndar bûn

 

Her wiha Serokê Komeleya Heyva Sor a Îranê di hevpeyvîneke televîzyonî de got ku, di van êrîşan de 66 zarokan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 3 hezar jin bi giranî birîndar bûn.

 

Li gorî heman çavkaniyê, 3 Helîkopterên rizgarkirinê û 48 wesayîtên rizgarkirinê bi tevahî hatine wêrankirin.

 

Parêzgarê Zincanê jî da zanîn ku, di van êrîşan de 43 kes û welatiyên ji parêzgehê hatine kuştin, ku piraniya wan jin, zarok, karker bûn.

 

Dîsa li gorî heman çavkaniyê 16 kes ji herêmên din ên Îranê bûn û cenazeyên wan li Zincanê hatine veşartin, bi vî awayî hejmara giştî ya kuştiyên li parêzgehê gihîşt 59 kesan.

 

Îsraîlê heta niha zêdetirî 15,000 bombeyan avêtiye ser Îranê

 

Di der barê operasyonên Îsraîlê yên li dijî Îranê de, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê diyar kir ku welatê wî "heta niha zêdetirî 15,000 bombe avêtine ser Îranê.

 

Ev çar qatan ji hejmara bombeyên ku di şerê 12 rojan de hatine bikar anîn, zêdetir e."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye