Li Humsê çekdar gefan li xwediyên dikanan dixwin

Greva giştî ya li Perava Sûriyê di roja xwe ya çaran de didome û li gelek deveran pêk tê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yek ji van deveran, herêma Til Kelex a gundewarê rojavayê Humsê ye.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan Ya Sûriyê, hin komên çekdar gef li xwediyên dikanên li gundewarê Til Kelexê xwarin da dikanên xwe vekin û dev ji grevê berdin an jî ew ê dikanên wan bişewitînin.

Greva ku li ser daxwaza Şêx Xezal Xezal hat destpêkirin li gelek gund û bajarên Perava Sûriyê li dar e, hemû dikan girtî ne û bêdengî serwer e.

Li gorî agahiyan duh li ser bajarê Tartûsê helîkopter digeriyan.

Li dibistanan jî fişar û gef li şagirtan tên kirin da ku li malên xwe nemînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye