Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê hejmarên qurbanî û birîndarên têkildarî êrîşên Îsraîlê yên ji 2’yê adarê ve parve kirin.
Li gorî daneyên wezaretê, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane, gihaştiye 2 hezar û 696’an û hejmara birîndaran jî gihaştiye 8 hezar û 264’an.
Îsraîlê hişyarî da ku gundên başûrê Libnanê werin valakirin
Artêşa Îsraîlê careke din hişyariyeke bilez da şêniyên 6 gundên başûrê Libnanê û bang li wan kir ku malên xwe yekser vala bikin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, di posteke xwe ya li ser platforma Xˊê de bang li niştecihên 6 gundên başûrê Libnanê kir ku ji malên xwe derkevin, herî kêm 1000 metre ber bi deverên vekirî ve dûr bikevin.
Avichay Adraee da zanîn ku kes nêzîkî cihên Hizbullahê nebe û dûr bikevin.
Adraee diyar kir ku ev yek di çarçoveya binpêkirina Hizbullahê ya agirbestê de pêk tê.
Di heman demê de, berdevkê Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku wê artêş bersivên tund li dijî armancên girêdayî Hizbullahê bide.
Berê jî Artêşa Îsraîlê çend bajarokên li başûrê Libnanên dagir kirine.
Her wiha hikûmeta Libnanê ragihandiye ku hejmara mirovên ku ji Libnanê koçber bûne, milyonek derbas kiriye.
Serokê DYA’yê Donald Trump jî ragihandibû ku agirbesta demkî ya 10 rojan a di navbera Libnan û Îsraîlê de ku di 17’ê Nîsanê de ket meriyetê, ji bo sê hefteyên din hatiye dirêjkirin.
Tevî agirbestê, êrişên Îsraîlê li başûrê Libnanê berdewam dikin û Hizbullah jî bersivê dide.