Di civîna lûtkeyê ya civaka siyasî ya Ewropayê (AST) de ku li Êrîvanê hat lidarxistin, Kanada û welatên Ewropî peyama yekîtiyê dan.
Serokên welatên Ewropayê biryar dan ku li dijî polîtîkayên Donald Trump bi hev re tev bigerin.
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney, di civînê de got ku ew cîhaneke dijwartir qebûl nakin.
Civîn piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna leşkerên wê ji Almanyayê pêk hat.
Vê rewşê gotûbêjên ewlehiyê li Ewropayê zêde kirine.
Welatên Yekîtiya Ewropayê, ragihandin ku ew ê li hember van pêşketinan parastina xwe xurt bikin.
Nûnerê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas jî got ku pêdivî bi wê yekê heye ku lingê Ewropayê yê NATO’yê were xurtkirin.
Di civîna lûtkeyê de piştgiriya ji bo Ûkraynayê jî hat gotûbêjkirin.
Hat ragihandin ku wê alîkarî were zêdekirin.
Volodîmîr Zelenskî jî daxwaz berdewamiya zexta li ser Rûsyayê kir.
Her wiha serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî civîna lûtkeyê nebûn.