Neteweyên Yekbûyî: Hilweşandina QSD`ê dê aramiyê li Sûriyê vegerîne

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, biryara hilweşandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê û yekbûna wan bi hikûmeta Sûriyê re weke "pêşketineke erênî" nirxand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dewlemendiya civakî ya Sûriyê û wiha got: "Ez bawer dikim ku biryara hilweşandina QSD`ê û yekbûna wan bi hikûmeta Sûriyê re pir girîng e. 

Sûriye welatekî pir pêkhateye  û ev pir awe dewlemendiya welat e."

Sekreterê Giştî yê NY her wiha got: "Heta ku mafên pêkhateyan werin nasîn, dê welat yekgirtî bimîne.

Lewma ev pêngav ji bo yekparçebûna axa Sûriyê pêşketineke erênî ye."

Her wiha ev daxuyaniya Guterres piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî hat Ebdî, êvara Sêşemê li Koşka Serokatiyê ya li Şamê ragihandibû, erkê Hêzên Sûriya Demokratîk wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe bidawî bûye.

Her wiha diyar kiribû ku ew derbasî qonaxeke nû ya avakirin û misogerkirina mafên neteweyî dibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye