Li Erebistana Siûdî 12 kes hatin kuştin û 309 jî birîndar bûn

Di navbera Erebistana Siûdî û komên Hûsî yên li Yemenê de şer zêde dibe û di êrîşên li dijî balafirgeha Riyadê de 12 kes mirin û 309 kes birîndar bûn. Di bersivê de, hêzên Siûdî êrîşên esmanî li dijî cihên Hûsiyan pêk anîn, bi taybet paytexta Yemenê Senaa 4 caran bi balefirên şer hat bombebarankirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di êrîşa roja 10'ê cotmehê de li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Melik Xalid a li Riyadê, herî kêm 12 kes hatin kuştin û 309 kesên din jî birîndar bûn.

Di nav kuştiyan de hemwelatiyên Siûdî û her wiha kesên ji welatên din jî hene.

Piştî êrîşê, gelek geştên balafiran hatin guhertin an jî rawestandin.

Hêzên ewlehiyê û alîkariyên bijîşkî gihîştin cihê bûyerê da ku alîkariya birîndaran bikin.

Ev êrîş piştî çend êrîşên din ên li ser balafirgeha Riyadê pêk hat. 

Erebistana Siûdî bersiva êrîşên Hûsiyan dide 

Ji aliyê xwe ve balafirên şer ên Erebistana Siûdî rêze êrîşên asmanî li dijî çeper û kombûnên Hûsiyan li başûr, rojhilat û rojavayê Taizê pêk anîn.

Armanca van operasyonan, li gorî aliyên Siûdî, rawestandina êrîşên li ser sivîl û navendên binesaziyê ne.

Di encama êrîşê de geştên balafiran hatin rawestandin 

Ji ber êrîşên li ser Balafirgeha Riyadê, di geştên balafiran de alozî çêbû. Hin geşt hatin betalkirin an jî rêya wan hat guhertin.

Her wiha, hişyariyên ewlehiyê hatin weşandin û ji rêwiyan hat xwestin ku bala xwe bidin rewşa ewlehiyê.

Li gorî Sky Newsê li deverên li başûrê rojhilatê navçeya Sebr Mewadimê di navbera hêzên hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de şer berdewam e.

Di heman demê de Hûsî li eniya Seyahî ya li başûrê rojavayê bajarê Teizê pêşveçûnek bi dest xistin.

Hûsiyan îro dîsa hişyariya xwe ji bo şirketên hewayî dubare kir

Hûsiyan îro hişyariya xwe ji bo şîrketên hewayî, karmendên balafirgehê û rêwiyan li hember bikaranîna balafirgehên Siûdî dubare kir.

Di heman demê de Hûsiyan got ku divê hişyariyên wan cidî werin girtin.

Li gorî agahiyên ku Reuters di 7'ê cotmehê de ji Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê veguhastine, ji destpêka şerê nû ve zêdetirî 200 hezar kes ji cihên xwe koçber bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye