Hakan Fîdan bi Ebbas Eraqçî re civiya

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî re civiya û tê payîn ku bi rayedarên din ên Îranê re jî bicive.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnimê Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî, îro roja Yekşemê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Îsmaîl Baqaî diyar kir ku serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji bo Îranê di çarçoveya şêwirmendiyên berdewam ên Wezareta Karên Derve ya bi welatên cîran re pêk tê.

Baqaî got ku di vê serdanê de Hakan Fîdan wê ne tenê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî re hevdîtinê bike, lê tê payîn ku gotûbêj ji bilî têkiliyên dualî, pêşketinên herêmî û mijarên navnetewî jî pêk bîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Îsmaîl Baqaî tekez kir ku rewşa herêmê û tawanên jenosîdê yên berdewam, mijarên herî ku di rojeva dîplomatîk a Îranê de tên dubare kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye