Li ser serweriya li Sûriyê ev demeke di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de şerekî ragihandinê û dîplomasî derketiye.
Îsraîl dibêje, ew ê nehêlin ku Tirkiyê xwe li Sûriyê bi hêz bike.
Nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriye û Îraqê Tom Barrack behsa têkiliyên di navbera Sûrî û Îsraîlê de kir.
Tom Barrack da zanîn ku Şamê ji Washingtonê xwestiye ku di navbera wê û Îsraîlê de navbeynkariyê bike.
Barrak behsa gerên hevdîtinên di navbera Sûrî û Îsraîlê de kir û wiha got:
Her du alî 5 civînên fermî û çend peywendî li ser kêmkirina rageşiyê û rêkeftinên sînor pêk anîne.
Di encama vê de, aliyan ji bo avakirina şaneyek têkiliyê ya hevbeş li paytexta Urdun Emanê, li hev kirin.
Ev şane armanca wê domandina dan û standinên rojane û pêşîgirtina li pirsgirêkên ku dikarin bibin sedema şer.
Tom Barrack: Colan parçek ji xaka Sûriyê ye
Li aliyekî din, nûnerê Amerîkayê ji bo Sûrî û Îraqê Tom Barrack behsa Colan kir.
Tom Barrack ji kenala Clash Report re diyar kir ku devera Colan xaka Sûriyê ye û wiha lê zêde kir:
"Li gorî qanûnên navdewletî, Colan parçeyek ji xaka Sûriyê ye.
Hîn jî Îsraîlê xwe li vê deverê ferz dike û hemû qanûnên navdewletî binpê dike."
Berî vê, serokê Amerîkayê Donald Trump û Kolombiyayê serweriya Îsraîlê li Colanê bi fermî nas kirin.