Desteya Enerjiya Atomî ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de teqez kir ku Şam pabendî berdewamiya hevkariya "zelal û nêzîk" e ligel Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên din, daku mîrata nukleerî û kîmyewî ya rejîma berê ya Beşar Esad were çareserkirin û endamtiya tam a Sûriyeyê di ajansê de dîsa were aktîfkirin.
Desteyê diyar kir ku piştî guhertina desthilatdariyê li welat, wan bi şiyan û derfetên xwe yên navxweyî gavên girîng avêtine û hewl didin ku enerjiya nukleerî ji bo armancên aştiyane di sektorên tendurustî, xurek û lêkolînên zanistî de bi kar bînin.
Lê belê, ji ber sînordariya şiyanên teknîkî û nebûna pişgiriya navneteweyî ya pêwîst, wan daxwaza avakirina komîteyeke navneteweyî ya pispor kir daku alîkariya teknîkî û yasayî li gorî pîvanyarên navneteweyî pêşkêşî wan bike.
Ji aliyê din ve, çavkaniyên Amerîkî û Îsraîlî di raportekê de eşkere kirin ku rêveberiya Donald Trump ligel Sûriye û Îsraîlê gihştiye têgihîştinekê, ku li gorî wê, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî wê di demeke nêz de maddeyên nukleerî yên li cihên veşartî ya Sûriyeyê hatine parastin, rake û veguhêze.
Ev geşedan piştî wê yekê tên ku berpirsên Sûriyeyê berê ragihandibûn ku wan bermahiyên bernameya kîmyewî ya veşartî ya rejîma berê dîtine, ku ji maddeyên xav û zêdetirî 70 mûşek û bombeyên amadekirî yên ji bo êrîşên bi gaza kujer pêk dihat.