Di doza rojîn kabaîş de DNA'ya rektorê zanîngeha Wanê hat standin

Di lêkolîna li ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş de pêşveçûneke nû çêbû. Nimûneyên DNA’yê ji Rektorê Zanîngeha Wan Yuzuncu Yıl, Hamdullah Şevli û biraziyê wî Enes Şevli hatin wergirtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Wanê Rojîn Kabaîş, ku di 27’ê îlona 2024’an de li Wanê winda bûbû, di 15’ê cotmehê de li beravên gola Wanê hatibû dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, ku lêkolîna der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de dimeşîne, biryar da ku nimûneyên DNA’yê ji Rektorê Zanîngeha Wan Yuzuncu Yil Hamdullah Şevlî û biraziyê wî Enes Şevlî werin wergirtin.

Nimûneyên DNA’yê, yên ku li gorî biryara dozgeriyê hatine wergirtin, li dosyaya lêkolînê hatin zêdekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye