Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, derbarê xebat û avabûna Lijneya nû de daxuyaniyeke girîng da. Yilmaz destnîşan kir ku Lijneya di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar de, piştî weşandina Qanûna Çarçoveyî bi fermî hatiye damezrandin. Her weha eşkere kir ku wezîr û saziyên endam di warên berpirsiyariya xwe de dest bi amadekariyan kirine.Yilmaz di peyama xwe de diyar kir ku ew plan dikin civîna yekem a Lijneyê roja Duşemê, 24ê Tebaxê li dar bixin. Hat ragihandin ku di vê civîna krîtîk de dê prosedur û prensîbên xebatê yên Lijneyê werin nirxandin.
Di heman demê de, avakirina komîteyên binî yên ku li gorî hewcedariyên pêvajoya bêçekkirin û bidawîkirinê amade bibin, dê bibe mijara sereke ya nîqaşê.