Civîna yekem a Komîteya Bêçekkirin û Siyasîkirinê îro li paytexta Tirkiyeyê, Enqereyê dest pê dike. Tê payîn ku di vê civînê de nûnerên her wezaret û saziyên ku di nav komîteya "Çavdêrîkirin, Koordînasyon û Bicîhanînê" de cih digirin, amade bin.
Li aliyê din, Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan berî niha daxuyandibû ku civîna yekem a vê komîteyê dê di 24'ê Tebaxê de pêk bê. Buldan destnîşan kiribû ku di vê civînê de dê pêvajoya avakirina komîteyên binî dest pê bike û gotibû: "Yek ji van komîteyan dê komîteya bêçekkirin û siyasîkirinê be û Birêz Ocalan jî dê wekî endam di pozîsyona 'taahut' de cih bigire."