Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezai Temelli rojeva serdema nû ya Meclisê nirxand û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pisgirêka Kurd, divê Abdullah Ocalan wekî muzakereciyekî rastîn û aktorekî siyasî bipejirîne.
Temelli destnîşan kir ku di sala nû ya yasadanînê de rojevên sereke qanûna pêvajoya aştiyê, guhertina qanûnên infaz û ceza, rakirina polîtîkayên qeyûman û amadekirina budçeya ji bo gel in.
Temelli her wiha banga avakirina komisyoneke çalak a Meclisê kir da ku rê li ber beşdariya her kesî ya siyaseta demokratîk vebibe.