Cîgirê Serokê MHP`ê Feti Yıldız der barê pêvajoyê de daxuyaniyek da.
Yıldız di daxuyaniya xwe de daxwaza bê westan tevlîkirina kesên xwedî hesasiyetên cuda di pêvajoyê de kir û got:
"Werin em kesî li derve nehêlin. Werin em bi sebir rastiyê nîşanî kesên ku naşibin me bidin.
Berî her tiştî, em zimanekî baldar bi kar bînin ku li gorî ruhê pêvajoyê be."
Yildiz: Werin em ji her kesî re dubare rave bikin
Yıldız di parvekirina xwe de diyar kir ku Qanûna Çarçove, ku di çarçoveya pêvajoyê de ji hêla Meclîsê ve hatiy qebûlkirin û derxistin, divê ji her kesî re dubare were ravekirin û domand:
"Qanûn kê digire nav xwe, kîjan sûc têne derxistin, bidawîanîna hebûna rastîn a rêxistinê, mekanîzmaya piştrastkirin û verastkirinê ya der barê radestkirina çek û cebilxaneyê de û biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî jî divê dubare were ravekirin."
Fusun Demirel: Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e
Lîstikvan, hunermend û wergêr Fusun Demirel jî der barê pêvajoyê de axifî.
Fusun Demîrel tekez kir ku berfirehkirina qadên demokratîk û misogerkirina azadiya xwe îfadekirinê ji bo aştiyeke mayînde pêwîst in.
"Ez dixwazim bi vî awayî bangî siyasetmedaran bikim. Çek bêdeng bûne, ev pir xweş e. Lê aştî ne tenê ev e.
Mayîndebûna wê tenê bi avakirina civatek demokratîk mimkun e.
Ji ber vê yekê, civak hewceyê gelek qadên azad e.
Divê azadiya raman û xweîfadekirinê di her warî de, lê bi taybetî di hunerê de, were berfirehkirin.
Kurd jî dixwazin wekhev, wek beşek ji vê dinyayê bijîn."