Ev Çend roj in li Tokyoyê pêşbaziya xewê tê lidarxistin ku wekî Pêşbaziya Doşekan tê nasîn. Bi dehan kes jî beşdarî pêşbaziyê dibin.
Kesê ku bi ser bikeve wê 14 hezar dolar bi dest bixe
Beşdarên pêşbaziyê li ser doşekên rehet heta 90 deqeyan razan û ji bo xelateke mezin a zêdetirî 14 hezar dolarî ketin pêşbaziyê.
Di odeyeke ku ronahiya wê kêm bû de, beşdaran bi amûrên şopandinê yên ku li ser serê wan hatibûn girêdan razan.
Hinek ji wan jî di nav nivînên xwe de pêlîstokên xwe bi xwe re birine pêşbirkê û ew di hembêza xwe de girtine.
Nakama: Mirovên li Japonyayê bi dijwarî dixebitin
Rêveberê vê pêşbaziyê Reiichiro Nakama ku ev çalakî organîze kiribû got:
“Japonya pir caran wekî neteweyeke ku kêm radizê tê binavkirin.
Mirovên li vir bi dijwarî dixebitin.”
Nakama her wiha anî ziman ku bi veguherandina vê yekê bo çalakiyeke wiha, ew difikire ku ew dikarin mirovan bînin cem hev da strêsê kêm bikin û li vê derê razên.
Japonya bi xebat û rêkûpêkiya xwe tê nasîn.
Lê demjimêrên dirêj ên xebatê û kêmbûna xewê bûne mijarên ku di civaka Japonî de fikaran derdixin holê.
Li Japonyayê ji ber xebata zêde mirov jiyana xwe ji dest didin
Hin karmend demên dirêj dixebitin û ji ber vê yekê rastî zextên derûnî û laşî tên.
Ev rewş dikare bandorek neyînî li ser tenduristiya wan û jiyana wan bike.
Di hin rewşên giran de, xebata zêde dikare bibe sedema nexweşiyên cidî û heta dikare bibe sedema mirinê.
Li Japonya ev diyarde bi navê «Karoshi» tê naskirin, ku tê wateya mirina girêdayî zêdebûna xebatê.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, desthilatdarên Japonî hewl didin ku demjimêrên zêde yên xebatê kêm bikin.
Di heman demê de, navberên bêhnvedanê zêde bikin û girîngiya xewa têr pêş bixin.
OECD: Welatiyên Japonî rojane tenê 7 saetan radizên
Daneyên OECDyê yên sala 2021`ê nîşan dan ku welatiyên Japonî rojane bi navînî 7 saet û 24 deqeyan radizên.
Li gorî pisporan jî ev hejmar ji bo her miovekî kêm e.
Ev mijar nîşan dide ku xewa têr û derdoreke xebatê ya saxlem ji bo parastina jiyana mirovan û avakirina civakeke hesengtir ji bo her kesî girînge.