Rûsya: 512 dronên Ûkraynayê hatin xistin û derdora Odessa û Kîevê hatin bombebarankirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku duh bi şev 512 dronên Ûkraynayê xistine xwarê, di heman demê de hêzên Rûsyayê li hundirê Ûkraynayê êrîş kirin û depoyeke mûşekên Flamingo li derdora paytexta Ûkraynayê wêran kirin.

reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku duh bi şev 512 dronên Ûkraynayê xistine xwarê, di heman demê de hêzên Rûsyayê li hundirê Ûkraynayê êrîş kirin û depoyeke mûşekên Flamingo li derdora paytexta Ûkraynayê wêran kirin.
Wezaretê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî duh bi şev li parêzgehên başûrrojavayê welêt 512 dronên Ûkraynayê xistine xwarê û wêran kirine.
Wezareta Parastinê diyar kir ku balafirên bêmirov ên Ûkraynayê herêmên Belgorod, Bryansk, Volgograd, Vladîmîr, Voronezh, Kursk, Lipetsk, Nîjnî Novgorod, Oryol, Penza, Rostov, Ryazan, Saratov, Tambov, Tula, Yaroslavl, Moskow, Herêma Krasnodar, Komara Qirimê û Deryaya Reş hedef girtine.

Wêrankirina kompleksa depokirina moşekên Flamingo

Li gorî raporên medyaya Rûsî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku êrîşên li dijî lojîstîk, binesaziyê, tesîsên enerjiyê û benderên deryayî yên li Ûkraynayê berdewam in û li gorî raporên medyaya Rûsyayê, kompleksa depokirina moşekên Flamingo li derdora Kîevê duh êvarê wêran bûne.
Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku êrîşan bendera Odessa û şeş depoyên ku hêzên Ukraynayê bi xwarin û sotemeniyê dabîn dikin hedef girtine.
Her wiha destnîşan kir ku li herêma Kîevê kompleksa depokirinê ya ku ji bo depokirina moşekên Flamingo û sotemeniya pêşxistina mûşekan tê bikaranîn hedef girtine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye