Çalakvan û hunermendê Kurd Neşwan Herkî yê ku duh ji aliyê polîsên Alman ve hatibû binçavkirin, bi hinceta beşdarî xebatên çandî bûye dersînorî Îraqê hat kirin.
Hat diyarkirin ku Herkî ji ber sedemên siyasî ji Dihokê çûbû Almanyayê û nêzî 11 sal in li Berlînê dijiya.
Herkî di serî de Newroz û rojên girîng ên civaka Kurd de derdiket ser dikê û xebatên çandî dimeşand, ji hêla rayedarên Alman ve hedef hat girtin.
Herkî piştî hat binçavkirin, agahî nedan parêzerê wî û demek dirêj agahî jê nehat girtin, rê li ber fikaran vekir.
Rayedarên Alman xebatên siyasî wekî hincet nîşan dan
Rayedarên Alman bi hinceta ku xebatên siyasî dimeşîne, par rûniştina hunermend Herkî betal kiribûn û bi belgeya destûra demkî ya mayînê (Duldung) destûr dabûn ku bimîne.
Tevî ku dema destûra demkî ya mayînê bi dawî nebûbû û rojek beriya hevdîtina komisyona têkildar a penaberiyê ku li ser rewşa penaberiya wî gotûbêj bikira, ji aliyê polîsan ve bi darê zorê hat binçavkirin û di seatên serê sibê de şandin Îraqê.
Ji ber ku der barê pêvajoyê de agahiya pêwîst nedan parêzer û xizmên Herkî, di aliyê hiqûqî de rê li ber pirsan vekir.