Serok erkanê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê General Valery Gerasimov da zanîn ku di operasyona leşkerî ya taybet de, hêzên wan li herêma Donetskê, ku navenda pevçûnê ye û li herêmên Zaporizhzhia û Dnipropetrovsk pêşve diçin.
Gerasimov destnîşan kir ku artêşa Ûkraynayê yekîneyên xwe yên herî baş perwerdekirî û bi şiyana şerkirinê ve, ji wan deveran vekişandine. Vê yekê jî kir ku hêzên me li van deveran bi pêş kevin
Ûkrayna: Me pêşveçûna Rûsyayê rawestandiye
Berevajî vê, Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskyy ji Sky News re diyar kir ku hêzên Rûsyayê li ti herêman pêşketin pêk neaniye
Fermandarekî leşkerî yê Ûkraynayê daxuyand ku hêzên wan pêşveçûna Rûsyayê li nêzî Pokrovskê û çend deverên din têk birine.