Rûsya: Me 187 dronên Ûkraynayê anîne xwarê

Di berdewamiya şerê navbera Rûsya û Ûkrayna de, hêzên parastina hewayî yên Rûsyayê ragihandin ku bi şev 187 dronên Ûkraynayê anîne xwarê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî bi şev li ser çend herêmên Rûsyayê 187 dronên Ûkraynayê anîn xwarê.

Wezaretê daxuyaniyek weşand û wiha got: 

"Pergalênên parastina hewayî di şeva 19’ê hezîranê de, ji saet 08:00 êvarê bi dema Moskovayê heta saet 07:00 sibeha 20’ê hezîranê, 187 dronên Ûkraynayê asteng kirin û têk birin."

Wezaretê zêde kir ku dronên Ûkraynayê 10 herêm û hin deverên din jî armanc kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pergalên parastinê yên Rûsyayê di nava hefteyekê de 89 bombeyên raberkirî, 5 mûşekên HIMARS, 8 mûşekên krûz ên zemîn-hewayî yên Flamingo û 3 hezar û 909 dronên Ûkraynayê anîne xwarê.

Hêzên Rûsyayê kontrola xwe li bajarê krasny liman berfireh dikin

Li ser erdê jî, li bajarê Krasny Liman yê herêma Donetskê, hêzên Rûsî di 24 saetan de 7 çeperên leşkerî yên Ûkraynayê girtin.

Di encamê de nêzîkî 30 leşkerên Ûkraynayî hatin kuştin.

Serokê navenda çapemeniyê ya hêzên "Rojava" yên Rûsî Ivan Peigma, got: 

"Li Krasny Liman, yekîneyên êrîşê yên Artêşa Hevbeş a 25'emîn berdewam dikin ku formasyonên leşkerên Ûkraynayê hilweşînin û ber bi rojava ve pêşve diçin."

Ivan Peigma di berdewamiya axaftina xwe de got ku di 24 saetên borî de, yekîneyên Firqeya 67'emîn a Tifinga Otomatîk 7 çeper û 46 avahî girtine."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye