Li Nepalê 19 kes hatin kuştin

Li Nepalê, xwepêşandan li dijî biryara girtina platformên medya dijîtal, hat lidarxistin û di encamê de, 19 kes hatin kuştin û 154 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwepêşandanê, li Paytext, Katmandu dest pê kir.

Hikumetê diyar kir ku platformên medya dijîtal ji bo qeydkirinê serî li Wezareta Ragihandin û Teknolojiya Agahdariyê nedaye, lewma wan biryara da ku wan platforman bigrin.

Li gorî agahiyan, polîsan di dema xwepêşandanê de, topên avê, gaza rondikrêj û fîşekên rastîn li dijî xwepêşanderan bi kar anîne.

Rayedarê polîsan Şexar Xanal da xuyakirin ku di xwepêşandanên rojekê de, heta niha 28 polîs birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24