Li navendeke çek û teqemeniyan a Lîbyayê teqîn çêbûn

Li Lîbyayê teqînên bihêz li navendeke çek û teqemeniyan çêbûn, ew navend jî li herêma Misrata di nav malên sivîlan de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Ewlehiyê ya Misratayê da xuyakirin ku hemû rêyên ber bi Rêya Çaremîn a Bazinî ya li herêma El-Skîratê ve diçin hatine girtin.

 

 

Kenalên nûçeyan ên Lîbyayê ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên li Misratayê deverên niştecihbûnê û cihên giştî yên nêzîkî cihê teqînê, vala kirin.

 

 

Di heman demê de, niştecihan nerazîbûna xwe li hember depokirina çek û teqemiyan di nav taxên niştecihbûnê û di nav sivîlan de, nîşan dan.

 

 

Navenda Tenduristiyê ya Misratayê eşkere kir ku li gor agahiyên destpêkê, 6 kes birîndar bûn.

 

Di sala 2013`an de li Lîbyayê bûyera bi vî rengî qewimî bû, di encamê de, zêdetirî 40 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24