Li Sûriyê di 31`ê tebaxê de 30 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku li cih û deverên cuda yên Sûriyê tenê di rojekê de 30 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî belgekirina (SOHR)ê, awayê kuştina van 30 kesan ji hev cuda ye.

 

 

Endamên Wezareta Parastin û Ewlekariya Giştî ya Sûriyê, li gel çekdarên bedewî, di dema kontrolkirina bajarê Siweydayê de 24 sivîl, ku 3 ji wan jin bûn, kuştine.

 

Li gundewarê Hemayê 2 kes ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

 

 

Zarokekî di bin18 salî re, li gundewarê Tertûsê, ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest da.

 

 

Di serdegirtina hêzên ewlehiyê ya hikûmeta Şamê de, li gundewarê Tertûsê xortek hat kuştin.

 

 

Li gundê Hîmo yê li gundewarê Qamişlo, bakurê Hesekê, zilamek û hevjîna xwe ji aliyê bavê jinê di pevçûneke malbatî de hatin kuştin .

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24