Gelek saziyên nukleerî yên pispor raghandin ku piştî êrîşên Amerîkayê li ser 3 cihên nukleerî li Îranê, tu bandorên nukleerî li ser dewletên Xelîc tune ye.
Saziya Nukleerî ya Îranî îro yekşemê ragihand ku tu xeteriya radyasyonî li ser şêniyan tune ye, piştî ku Amerîka 3 cihên nukleerî, Fordo, Natanz û Esfehan bombebaran kir.
Her wiha Saziya Nukleerî û Radyasyonî li Erebistana Siûdiyê diyar kir ku di encama êrîşên leşkerî yên Amerîkayê li ser cihên nukleerî li Îranê, tu bandora radyasyonî li ser welatên Kendava Erebî tune ye.
Saziya Nukleerî ya Navdewletî piştrast kir ku ew şopandin û nirxandina rewşa têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li dijî cihên nukleerî yên Îranê didomîne.
Saziyê ragihand ku agahiyên wê hene nîşan didin ku reaktora ava giran a Xendab a Îranê hatiye bombebarankirin, lê heta niha tu bandora radyasyonî ranegihandine.
Malva Misto