Trump bangî Îranê kir: Piçekî meqûltir bin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, beriya dan û standinên li ser bernameya nukleerî ya Îranê ya ku dê li Cenevreyê bên kirin, bangî Îranê kir ku "piçekî meqûltir be."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Donald Trump, dema ku ji Floridayê vedigeriya Washingtonê, di balafirê de ji rojnamevanan re axivî û got:

 

"Em dê bibînin ka dê çi bibe. Îran bi giştî di dan û standinan de gelekî tund e.

 

Hêvîdar im ku ew piçekî meqûltir bin. Ez bawer nakim ku ew bixwazin encamên nekirina peymanê bibînin.

 

Bi ya min ew dixwazin peymanê bikin."

 

Trump, diyar kir ku ew pêvajoya dan û standinên bi Îranê re ji nêzîk ve dişopîne û dê bi awayekî nerasterast beşdarî hevdîtinan bibe.

 

Serokê Amerîkayê, bi bîr xist ku Îranê berê derfeta peymanê ji dest daye û ji ber wê jî ew neçar mane ku balafirên B-2 bişînin.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bal kişand ser wê yekê ku ew dê rê nedin Îranê ku bibe xwedî potansiyela çekên nukleerî.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye