15 barhilgirên din ên alîkariyê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûn

Di çarçoveya kampanyayên alîkariyê ku li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava hatibûn despêkirin de, 15 barhilgirên ku têde madeyên xurek û germkirinê hebûn, bi rêya Heyva Sor a Kurd derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev alîkarî, ji aliyê xelkê bajarê Silêmaniyê, Hacî Awa, Sengeser, Ranya, Çemçemal û Pênciwênê ve, ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn amadekirin.

 

Alîkarî, bi rêya Heyva Sor a Kurd di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

 

Alîkariya ku hatibû komkirin bi rêya 15 barhilgiran ku têde madeyên xurek, şîrê zarokan û tiştên xwegermkirinê hebûn, derbasî Rojava bûn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye