Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dema motorsiklêtekî li kêleka erbê derbas dibû rast rast gule reşandiye li ser erebeya hêza wan û di encamê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîn dar bûne.
Hêzên Ewlekariyê ji hemû niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest ku li hember tevgerên bi guman yê ku ewlehiya bajar dixin bin mertirsiyê şiyar bin û di rewşên bi guman de agahî bidin cihên peywendîdar.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kir ku li hember kesên fitneyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dikin, wê hêzên wan ji parestina ax û jiyana xelkê bi misiyona xwe rabin.