Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş beşdarî "Merasîma Vekirinê ya Sala Akademîk a Sala Perwerde û Hîndekariyê 2025/2026" a li Zanîngeha Dîclê ya Amedê bû.
Kûrtûlmûş: em ê vê carê bi ser bikevin, aştî wê pêk were
Nûman Kûrtûlmûş li wê derê axivî û diyar kir ku Tirkiye divê êdî ne li ser çekan lê li ser azadî, demokrasî û yekîtiyê biaxive û got:
"Em ê vê carê bi ser kevin.
Vê carê wê aştî, xwişk-biratî û aramî serwer bibe, Tirkiyê di komîsyonê de nîşan da ku ew aramiya, xwişk-biratiyê dixwaze."
Numan Kurtulmuş: Em dewsa cenazeyan, çekan binax bikin
Kurtulmuş destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi beşdariyeke berfireh a civaka sivîl bi pêş ve diçe û wiha lê zêde kir:
"Li komîsyonê li nêzî 130 saziyên civakî yên sivîl hate guhdarîkirin, her kesî fikrê xwe anîn ziman û hemûyan jî hevokeke hevpar gotin:
“Em dixwazin li vî welatî êdî çekan binax bikin, ne zarokên vî welatî."
Numan Kurtulmuş îdîa kir ku tecrûbeya demokrasiyê ya Tirkiyê dikare ji herêmê re bibe mînak û xwişk-biratî, edalet û demokrasî weke "sê sparteyên bingehîn ên paşerojê" pênase kir.
Kurtulmuş anî ziman ku dema ku ev tecrûbeya Tirkiyeyê bi serketî qediya, wê li gelek zanîngehên cîhanê ev tecrûbeya aştiyê ya Tirkiyê bê xwendin û ji cîhanê re bibe modeleke mînak.
“Zimanê dayikê bi qasî şîrê dayikê helal e”
Serokê Meclîsa Tirkiyê Kurtulmuş bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha got:
"Zimanê dayikê bi qasî şîrê dayikê helal e.
Li vî welatî nabe ku kes ji ber zimanê xwe bikeve ber lêpirsînê. Ji ber ku ziman cihê herî nêz ê dilê mirovan e. Cihêkariya navbera zimanan ti carî bi me re nîne."